Nav û cînavên li pişt daçekan tên, tên tewandin. Wek : Ez ji Kurdistanê me. Navên nêr li hemû derveran natewin. Li hindek deveran navên; eger tîpa "a" an "e" di kîteya dawiyê de hebe, tîpên "a" û "e" dibin "ê". Wek: Ez di xanî/ xênî de me. Li pişt çîyayî/ çiyê daristaneke mezin heye. Qertafên Tewangê: ê - yekjimar mê î - yekjimar nêr an - pirjimar nêr û mê ê - ji bo navên ____ î - ji bo navên ____ an - ji bo navên ____ Birayê min li Berlin____ dijî. Ez ji ____ mezintir im. (Ich bin älter als du.) Tu ji ____ mezintir î. (Du bist älter als ich.) Em li mal____ ne. (mal - mê) Ez di nav mal____ re hatim. (mal - pirjimar) Ez ji Nazdar____ hez dikim. (Nazdar - mê) Ez ji gund____ têm. (gund - nêr) Ew ji gund____ tên. (gund - pirjimar) Ez çûm cem Sîyamend____. (Sîyamend - nêr) Pênûsa min li ser mase____ ye. (mase - mê) Bavê min ji ____ re çîrokê dibêje. Peyv ji tîp____ pêk tên. (tîp - pirjimar) Darek li ber dêr____ heye. (dêr - mê) Wê stranek li pêş zarok____ got. (zarok - pirjimar) Ez ji Amed____ têm. (Amed - mê) Ez li welat____ digerim. (welat - an) Pênûsa min li ser pirtûk____ e. (pirtûk - pirjimar) Pênûsa min li ser pirtûk____ ye. (pirtûk - mê) Nazdar ji cem Kawa____ tê. (Kawa - nêr) Kawa ji cem Nazdar____ tê. (Nazdar - mê) Ez ji sêv____ pir hez dikim. (sêv - pirjimar) Ez ji sêv____ hez dikim. (sêv - mê) Bajêr ji gund____ mezintir in. (gund - pirjimar) Min şîretek li ____ kir. Min çîrokek ji zarok____ re got. (zarok - pir jimar) Pênûsa min di nav pirtûk____ de ye. (pirtûk - mê) Ew li tirimbêl____ siwar dibe. (tirimbêl - mê) Ez ji zarok____ hez dikim. (zarok - pirjimar)

Leaderboard

Visual style

Options

Switch template

Continue editing: ?